September 08, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Herêma Kurdistanê sinetkirina jinan berdewam e

Li Herêma Kurdistanê sinetkirina jinan berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê ku paytex Hewlêr jî di nav de tevî qedexekirinan jî sinetkirina jinan berdewam e.

Nûnera rêxistina Wadi ya Almanî ku li dijî tundûtûjiya zayendî têdikoşe, Peyam Ehmed di konferanseke bi helkefta Roja Cîhanî ya Sifir Tolerans bo Sinetkirina Jinan li Hewlêrê ji Rûdawê re axivî û got “Sala borî me serdana gelek gund, bajar û bajarokan kir û me dît ku li Kurdistanê hê jî sinetkirina jinan berdewam e û gelek bûyer li gundên derdor û navenda Hewlêrê hatine tomarkirin.”

Rêxistinê ev pratîka ku di sala 2021ê de li Hewlêr û navçeya Ranya ya Silêmaniyê di nav 1260 keçên ku temenê wan di bin 18 saliyê de hatine lêkolînkirin, sinetkirina 110 keçan de belge kiriye. Herwiha heman rêxistinê ragihand ku 85 ji wan haletan li parêzgeha Hewlêrê ne û 25 kesên din jî li Ranya ne.

Sinetkirina zayenda jinê pratîkek e ku ji bo mebestên ne-pizîşkî qutkirin an bi tevahî jêkirina organa zayendî ya jinan vedihewîne. Ev pêkanîn hê jî li Herêma Kurdistanê heta dereceyên cuda berdewam dike, tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2011an de li gorî Yasaya Tundûtûjiya Nav Malê qedexe jî kiriye.

Li gorî Fona Neteweyên Yekbûyî ji bo Çalakiyên Nifûsê (UNFPA) tenê di sala 2018an de li Herêma Kurdistanê derdora 15 hezar keç hatine sinetkirin.

Li gorî çalakvan û endamên civaka sivîl, sinetkirina jinan li Helebceyê hema hema ji holê hatiye rakirin, lê li parêzgeha Duhokê zêdebûnek heye.

Çalakvan û berpirsa projeya jinan a Rêxistina Nû ya Helebcê Hêro Ehmed got “piştî çend serdan li gundên cuda yên Helebce, bûyerên sinetkirina jinan “li Helebce nêzîkî sifirê bûne û em dikarin bêjin ku Helebce niha ji sinetkirinê nema ne.”

Çalakvan û seroka rêxistina Jînda Çîmen Reşîd jî dibêje “Rêjeya sunetkirinê li Duhokê di sala 2007an de ji sedî yek bû, lê li gorî tiştên ku em dibihîzin, ev rêjeya sinetbûnê zêde bûye.”

Jin û keçên ku tên sinetkirin, gelek caran rastî pirsgirêkên tenduristiyê yên demkurt û demdirêj tên, di nav de xwînrijandina giran, enfeksiyonan, pirsgirêkên mîzê, tevliheviyên zayînê, menstruasyonên bi êş, û zehmetiyên têkiliya cinsî.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi