Keçeke revandiya din a êzdî li kampa Hol a Sûriyê hat rizgar kirin
BasNews – Berpirsê ofîsa rizgar kirina revandiyên kurdên êzdî ragehand, îro keçeke din a kurd a êzdî li Sûriyê hate rizgar kirin.
Berpirsê ofîsa rizgar kirina revandiyên kurdên êzdî Husên Qaîdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew keç xelkê Tilqeseb a ser bi qeza Şingalê ye û roja 3yê Tebaxa 2014ê ketibû dest çekdarên DAIŞê.’’
Herwaha got: ‘’Ew keç li kampa Hol a Sûriyê hatiye rizgar kirin û demekî nêzîk de dê bigehe nav kesûkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê.’’
Qaîdî ragehand: ‘’Heta naha zêdetir ji 3500 kes ji dest çekdarên DAIŞê hatine rizgar kirin û hewldan berdewam dibin ji bo rizgar kirina revandiyên din ên êzdî, ku li her cîhekî bin.’’
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî