شبكة لالش الاعلامية

Keçeke revandiya din a êzdî li kampa Hol a Sûriyê hat rizgar kirin

Keçeke revandiya din a êzdî li kampa Hol a Sûriyê hat rizgar kirin

BasNews – Berpirsê ofîsa rizgar kirina revandiyên kurdên êzdî ragehand, îro keçeke din a kurd a êzdî li Sûriyê hate rizgar kirin.

Berpirsê ofîsa rizgar kirina revandiyên kurdên êzdî Husên Qaîdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew keç xelkê Tilqeseb a ser bi qeza Şingalê ye û roja 3yê Tebaxa 2014ê ketibû dest çekdarên DAIŞê.’’

Herwaha got: ‘’Ew keç li kampa Hol a Sûriyê hatiye rizgar kirin û demekî nêzîk de dê bigehe nav kesûkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê.’’

Qaîdî ragehand: ‘’Heta naha zêdetir ji 3500 kes ji dest çekdarên DAIŞê hatine rizgar kirin û hewldan berdewam dibin ji bo rizgar kirina revandiyên din ên êzdî, ku li her cîhekî bin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş tayê şarya duyemîn yada karesata Şingalê bi azad kirina kotrên sipî sax di ke

Lalish Duhok

sazeya Dak çendîn çalakîyan sebaret roja cîhanyîa afretan di gêre

Lalish Duhok

Şandekî cîhanî: Êzidîyatî tûşy karesateka mezin buye

Lalish Duhok