Çima behsa jenosîda Kurdên Êzidî nehatiye kirin?!
Konê Reş
Di roja 02.06.2016an de, parlamentoya Elmanyayê, jenosîda Ermeniyan ya sala 1915an pejirandin. Netenê jenosîda ermenîyan, belê her wiha jenosîda Kildanî û Asûrîyan jî pejirandiye.
Lê çima behsa jenosîda Kurdên Êzidî nehatiye kirin?! Wek ku diyar e ku em li dîroka Kurdên Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye serê wan mêze bikin, nexasim piştî fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî: 1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî deranî; bi kuştin, talankirin û firotina Êzîdiyan.. Em ê bibînin ku Kurdên Êzîdî, di nav sed salan re, tûşî 72 fermanên cenosidê bûne, û wiha ta bi sala 1918an û di encam de bêtir ji melyonek Kurdên Êzidî hatine kuştin û qirkirin.. Ji bilî ferman û jenosîdên van salên dawî li Şingalê..
Çima parlamantoya Elmanî behsa wan jî nekir?! Bêguman jenosîd gunehê herî mezine di heqê mirovahiyê de li cîhanê û divê hesabê wan kesên ku wî gunehî dikin were kirin û ceze xwarin..
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
