Li mûsilê Daişê 15 jinên Kurdên Êzîdî şewitandin
Waar –Duhok:
Terorîstên Daişê bi heman şêwazê şewitandina frokevanê Urdinê, Meaz Kesasîbe, îro 15 jinên Kurdên Êzdî li Mûsilê şehîd kirin.
Îsmet Receb berpirsê liqa partî ya Mûsilê, bo War ragîhand: li dûv zanyarîyên taybet yên jinava Mûsilê bi wan geihiştin, Daişê di roja yekê ya remezanê da, 15 jinên Kurdên Êzîdî li Mûsilê , dinava qefesên asinî da şewitandin.
Îsmet Receb da zanîn, li Tllefrê jî Daişê 15 kes bidarvekirin, ku hewl dikirin ji Tllefrê berbi nawçeyên Zumar û Şingalê birevin.
Ji alîyekî din ve berpirsê liqa 14 ya partî da zanîn, li kargeha kibrîtê ya mîşraq li nawçeya Geyare, demê terorîstên Daişê mijûlî dirustkirina bombeyan bûn, teqînekê rûda, 15 terorîst hatine kuştin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
