شبكة لالش الاعلامية

YNK: Xwedanê Şingalê, Hikûmeta Kurdistanê ye ne kesekî din

YNK: Xwedanê Şingalê, Hikûmeta Kurdistanê ye ne kesekî din

BasNews

 Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bordûmana çiyayê Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir û ragihand, xwedanê Şingalê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, çareya herî baş bo Şingalê jî pêkanîna parêzgeheka nû ye li wê deverê.

Polîtburoya YNKê li ser bordûmana çiyayê Şingalê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve, ku bû sebeba şehîdbûn û birîndarbûna komek pêşmerge, daxuyaniyek belav kir.

YNKê di daxuyaniyê de ragihandiye ku balafirên şer yên Tirkiyê berbanga îro li çiyayê Şingalê li baregehên Pêşmerge û PKKê dane. Lê di daxuyaniyê de peyva “PKK” nehatiye gotin.

YNKê êrişa li ser çiyayê Şingalê şermezar kiriye û ragihandiye, du sed sal in li dijî kurdan şer û tundî tê bikaranîn lê hemû jî pûç û vala derketiye ji ber wê jî tekane çare, diyalog û danûstandin e bo dabînkirina mafên demokratîk yên kurdan.

Li gorî YNKê, kêşeya Şingalê jî dê bi diyalogê û bi qanûn û pîvanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê were çareserkirin. Ji ber ku xwedanê Şingalê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ne kesekî din, çareya herî baş bo wê deverê jî pêkanîna parêzgeheka nû ye. Eger wisa nebe dê bûyerên mezintir û bi êştir li wir biqewimin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

MÛSIL – Artêş nêzîkê dilê DAIŞê dibe

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya birayê wî Baba Şêxê Êzidiyan sersaxî xwest

Lalish Duhok

Fûad Husên: Me bi eşkere ji Trump re got

Lalish Duhok