شبكة لالش الاعلامية

Bexdayê 38 zarokên çekdarên DAIŞê radestî Azerbaycanê kirin

Bexdayê 38 zarokên çekdarên DAIŞê radestî Azerbaycanê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand; hejmarek zarokên DAIŞê ku li girtîgehê li cem dayîkên xwe bûn, radestî welatê Azerbaycanê hatin kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand; 38 zarokên DAIŞê radestî Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Bexdayê hatin kirin.

Ehmed Sehaf eşkere kir ku bi hemahengiya ligel Wezareta Dadê ya Iraqê, 38 zarokên DAIŞê radestî Balyozxaneya Azerbaycanê hatine kirin, da ku wan bigihînin welatê wan.

Sehaf diyar kir ku ew zarok li girtîgehê li cem dayîkên xwe bûn, ku ji aliyê dadgehên Iraqê ve bi tohmeta endambûna rêxistina DAIŞê hatibûn desteserkirin.

Di meha Adara 2020an de Iraqê 112 zarokên din radestî Azerbaycanê kiribûn, ku li cem dayîkên xwe yên zindanîkirî bûn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê tekez kir; radestkirina hejmarek din a zarokên DAIŞê bi amadebûna Nûnera Encûmena Dadgehê û Balyozxaneya Azerbaycanê hatiye encamdan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreyê kir

Lalish Duhok

Pişknîna DNAyê li ser 253 termên komkujiya Şingalê tê kirin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Me ji destpêka Kabîneya Nehem ve dest bi çaksaziyê kiriye

Lalish Duhok