شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî û Helbûsî rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Serok Barzanî û Helbûsî rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

BasNews – Serok Mesûd Barzanî û serokê parlementoya Iraqê bi telefonê rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Baregeha Barzanî ragehandiye, îşev Serok Barzanî û serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî pêwendiyeka telefonî pêk anîn.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hatiye gotin, Barzanî û Helbûsî behsa pêkanîna Tifaqa Rizgariya Niştiman di navbera PDK, Sedir û erebên sunnî de kirin.

Hat gotin ku Serok Barzanî pîrozbahî li Helbûsî kiriye ji ber pêkanîna wê tifaqê û wek pêngaveka girîng nirxandiye û hêviya xwe aniye ziman ku ew pêngav bibe wesîleya xêr û aramî û vejînê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşiyê ji Newşîrwan Mistefa re şand

Lalish Duhok

Ji Pêşmerge bo PKKê peyam

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî û Serokê Senatoya Fransayê rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Lalish Duhok