شبكة لالش الاعلامية

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive

BasNews – Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, îro 08.02.2023yê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de civîna asayî pêktê û dê çend mijarek bên gotûbêj kirin.

Daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî de hat ragehandin: Di serenava yekem a civînê de raporta derbarê bûyerên dawî yên erdhejê li Herêma Kurdistanê, rêronî û tevdîrên xweparêzî û alîkarî dayîna herdu welatên cîran (Sûriye û Tirkiyê) de bê xwandin.

Herwaha hat ragehandin di serenava duyem a civînê jî taybet be derbarê gotûbêj û pejirandina reşnivîsa projeyasaya ‘’Bikarxistina yasaya tekoşîna li hember spî kirina sermaye û sermayedar kirina teror li Herêma Kurdistanê û peyrewa desteya bawerî bexşîn bi saziyan û bernameyên perwerde û xwandina bilind.’’ dê bê xwandin.

Hat aşkera kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêja derbarê reşnivîsa yasaya Dadgeha Bilind a Federal jî dê bibe xala sêyem a civînê.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nasnameya 41 rufatên cînosayda gundê Koço yê Şingalê eşkere bû

Lalish Duhok

Balyozê Rûsya yê Enqerê hat kuştin

Lalish Duhok

Desteya Bilinda Bingehê Laliş hevkarî gehandine 108 xêzanên aware

Lalish Duhok