شبكة لالش الاعلامية

Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 17 hezar û 407 kesan

Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 17 hezar û 407 kesan

BasNews– Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand, hejmara welatiyên ku di erdheja Mereşê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 17 hezar û 406 kesan.

Fahrettin Koca derbarê hejmara qurbaniyên erdhejê de, eşkere kir ku 17 hezar û 406 kesan canê xwe ji dest dane û 71 hezar û 806 kes jî birîndar bûne.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê encumena Şingalê: PKK dixwaze Şingalê ji Kurdistanê veqetîne!

Lalish Duhok

Erebê Şemo nivîskarê yekemîn romana kurdî îro 45 sal berê koça dawî kir

Lalish Duhok

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok