شبكة لالش الاعلامية

Duhokê ve 23 kamyonên barhelgir ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şandin

Duhokê ve 23 kamyonên barhelgir ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şandin

BasNews – Îro 12.02.2023yê bi amadebûna parêzgerê Duhokê ve 23 kamyonên barhelgir alîkarî ji Duhokê re bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê tên şandin.

Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Hemû xelkê parêzgeha Duhokê bi germî pêşwazî li helmeta komkirina alîkariyên ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê kirin û hejmarekî zêde ya alîkariyan ji Duhokê ve bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê tên şandin.

Parêzgerê Duhokê got: ‘’Îro 23 kamyonên barhelgirên mezin ên alîkariyê ji Duhokê ve bo Bakurê Kurdistanê em bi rê dikin, ku beşek ji wan bo Bakur e û beşek jî bo Rojava diçin û li gor bernameyekî dê bên dabeş kirin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Tiştên hatine şandin xorak û amûrên xwe germkirin û gelek pêwîstiyên din ên zerûrî ne û bi awayekî rêxistî li ser mexdûrên erdhejê dê bên dabeş kirin.’’

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Navxwe hişyarî da grûpa ser bi PKKê ve: Hewlêr xeta sor e

Lalish Duhok

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wêzîrê Gihandina Iraqê kir

Lalish Duhok

Wezareta Tendirustiyê: 2.178 kesên din bi Koronayê ketine

Lalish Duhok