شبكة لالش الاعلامية

Akrê- Çêkirina du bendavên biçûk dest pê kir  

Akrê- Çêkirina du bendavên biçûk dest pê kir  

Rêveberê Avdaniya Parêzgeha Duhokê ragihand, çêkirina du bendavên biçûk li devera Akrê dest pê kiriye û bi buhayê 800 milyon dînar tên çêkirin.
Rêveberê Avdana Parêzgeha Duhokê Endezyar Hêza Ebdulwahîd Salih ji (Basnews) re ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi çêkirina bendavên biçûk li parêzgeha Duhokê kiriye û niha li herêma Akrê du bendavên bi buhayê 800 milyon dînar tên çêkirin. Di çandinî û çandiniya masiyan de tê bikaranîn.”
Herwiha Ebdulwahîd Salih dibêje: “Niha li Akrê bendava Bjil û Şarman didomin û piştî wan dê bendava Marzingan li Akrê bê çêkirin. Bendav ji bo sektora tûrîzmê jî bi kêr tên.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî dê sibe beşdarî Kongreya YNKyê bibe

Lalish Duhok

Amerîka amadekariya sizadana Belarusê dike

Lalish Duhok

Parêzgarê Duhokê: Emê pirsgirêka cotkaran çareser bikin

Lalish Duhok