شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdarê mesîhî û dilsozê Kurdistanê bihist

Nêçîrvan Barzanî: Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdarê mesîhî û dilsozê Kurdistanê bihist

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya Metran Reban El Qes peyamek belav kir û tê de sersaxiyê li malbat û kesûkar û hevalên wî û civata Mesîhî bi giştî dike.

Îro Duşemê 28ê Tebaxa 2023an, kesayetê diyar ê Krîstiyanan û metranê berê yê Dêra Kildanî yê li Duhokê Metran Reban El Qes, di temenê xwe yê 74 salî de li Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça dawî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyameke sersaxiyê diyar kir: “Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdarê mesîhî û dilsozê Kurdistanê xwedê jêrazî Metran (Reban Hesqîal Reban) bihîst. Ez sersaxiyê ji malbat, xizm, dost û hevalên wî û bi giştî ji civaka Mesîhî ra dixwazim, hevsoz û hevxemê wan im.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Xwedê jêrazî kesayetiyekî bi navûdengê olî û civakî bû ku, xizmetek ber bi çav ji bo warê olî, perwerdeyî û kulturî de kir û li hemû navendên Kurdistan, Iraq û cîhanê ji dil û can parêzvanê Kurdistanê, pêkvejiyan, biratî û lêborînê bû. Xwedayê mezin ruhê wî bi mîhrebanî û dilovaniya xwe şad bike û bîranîna wî hertim bi xêr be.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê: Biryara hinardekirina petrola Kurdistanê di destê Tirkiyê de ye

Lalish Duhok

Şandekî rojnamevanan seredana ragehandina Desteya Bilinda Bingehê Laliş kirin.

Lalish Duhok

Êzidî û sabîên mendaî yên Îraqê li hember gefa nemanê ne

Lalish Duhok