شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Giştî yê Îmarata Erebî li Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El Zahirî kir.

Konsolê Giştî yê Îmaratê vexwendnameya Cîgirê Serokomar, Serokwezîr û Mîrê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Reşîd El Mektûm gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Keşûhewayê ya COP28 de ku dê di 1 û 2ê Berçile de li Dubayê were lidarxistin û bi Roja Niştimanî ya Îmaratê re hevdem e.

Di wê lûtkeyê de, guftûgo derbarê rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê li ser cîhanê bên kirin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

bi xak sipardina 10 termên kûrdên Êzidî ye koçberên rêya koçberyê

Lalish Duhok

Serok Barzanî biryara Parlamentoya Almanya ya naskirina jenosîda Êzidiyan bilind dinirxîne

Lalish Duhok

Bingehê laliş pîrozbahyê li ” Nadîa Murad ” di ket

Lalish Duhok