Qasim Şeşo: Şingaleka hevçerx dê bi destê Barzanî were avakirin
Çavkanî :Basnews
Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, Serok Barzanî ew soza ku dabû xelkê Şingalê, par vî çaxê bicîh anî û Şingal bi destê Pêşmerge da azadkirin. Şeşo her wiha dibêje, Şingaleka hevçerx dê bi destê Barzanî were avakirin.
Qasim Şeşo bi helkefta yekemîn salvegera azadkirina Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve, ji BasNewsê re axivî û got, Barzanî soz dabû ku Şingalê azad bike, soza xwe roja 13 Mijdara par bicîh anî. Barzanî her wiha gotibû bila Şingaleka nû li kêleka Şingala kevin were çêkirin. Dê wê soza xwe jî bicîh bîne û Şingaleka hevçerx dê bi destê Barzanî were avakirin.
Şeşo her wiha got, helbet heta niha jî şûna lepên dijminên însaniyetê li Şingalê tên dîtin. Ji ber wê jî em daxwaz ji dewletên cîhanê dikin ku di nûavakirina Şingalê de alîkariya Herêma Kurdistanê bikin da ku xelkê Şingalê bikarin vegerin ser mal û milkên xwe. Em her wiha dixwazin ew gund û cihên ku heta niha di destê terorîstên DAIŞê de man jî bên azadkirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
