شبكة لالش الاعلامية

Wezîrê bergirîya Tirkîyê: Tirkîyê dê her karekî bo derxistina PKKê ji Şingalê bike

Tirkîyê dê her karekî bo derxistina PKKê ji Şingalê bike

WaarMedia

Wezîrê bergirîya Tirkîyê ragehand; mana PKKê li Şingalê hêla sore û bo derxistina wê ji wî bajarkî, Tirkîyê dê her karekî bike.

Di daxuyanîyekê da bo kenalê Xeber Tirk, Fîkrî Işik wezîrê bergirîya Tirkîyê got: bi dîtina Tirkîyê, PKKê rêxistineka terorê ye û mana wan li Şingalê hêla sore û rastewxwe yan ne rastewxwe, bo Tirkîyê cihê metirsîyê ye.

Li demê mana PKKê li Şingalê, hemû eger li hemberî Tirkîyê vekrî ne û dê her karekî bo derxistina PKKê ji Şingalê biken.

Wezîrê bergirîya Tirkîyê, êrîşî Amerîka jî kir û ragehand; sîyasetên Amerîka li Sûrîyê bi temamî şikestin anîne û pêdvîye îdareya nûya Waşintonê, bi sîyasetên welatên xwe da biçe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Mûsilê 4 Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê rizgarbûn

Lalish Duhok

NY: Nêzîkî 2 milyon welatiyên Sûriyê aware bûne

Lalish Duhok

Dihok..Master pilana avakirina Şingalê hate danîn

Lalish Duhok