شبكة لالش الاعلامية

Hisên Qaidî:Çekdarên DAIŞê revandiyên Êzdî bo bajarê Reqayê veguheztine

Hisên Qaidî:Çekdarên DAIŞê revandiyên Êzdî bo bajarê Reqayê veguheztine

BasNews

Rêveberiya Nivîsingeha rizgarbûyên revandî yên Kurdên Êzdî ragehand ku, rêxistina DAIŞ keç, jin û zarokên Êzdî bo bajarê Reqayê veguheztine û hewla rizgarkirina wan berdewame.

Rêveberê Nivîsingeha rizgarbûyên revandî yên Kurdên Êzdî Hisên Qaidî ji BasNewsê ragehand, heta niha bêtir ji 3400 revandiyên Êzdî di destê çekdarên DAIŞê de manem piranya wan jî bo bajarê Reqayê yê Sûriyê hatine veguheztin, li gor zanyariyan dema operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê destpêkir, DAIŞê dest bi veguheztina revandiyên Kurdên Êzdî bo Reqayê kirin.

Herwiha da zanîn ku, hewlên berdewam tên kirin bi piştevaniya Nivîsingeha Serokê Herêma Kurdistanê bo rizgarkirina revandiyên Êzdî li her vihekî, heta niha jî 3000 revandî hatine rizgarkirin.

Di serdema hikumeta Nûrî Malikî sala 2014 Kurdên Êzdî li Şingalê rastî mezintirîn karasat di roja 3.08.2017 hatin, di encama wê êrîşê de zêdeyî 7hezar Kurdên Êzdî hatin kuştin, girtin û revandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PDK: Xwesepandina PKKê ya li Şingalê ti sûdekê nade

Lalish Duhok

kesayetyên civakî û rewşenbîry yên Xankê supasyên xelkê komelgehê di gehîne Şêx Şamo

Lalish Duhok

Li Bexdaya paytexta Iraqê, 2 kurdên êzidî ji aliyê komeke çekdaran ve hatine kuştin.

Lalish Duhok