شبكة لالش الاعلامية

Komisyon:Rêjaye “Belê” bo serxwebûna Kurdistanê %92 bû

Komisyon:Rêjaye “Belê” bo serxwebûna Kurdistanê %92 bû

BasNews

Îro Çarşemê komisyona bilind a hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, mizgîniya serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê da.

Serokê komisyona bilind a hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Hindirîn Mihemed di konferanseke rojnamevanî de amar û zanyariyên taybet bi proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê xwend.

Roja 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bi rê ve çûbû.

Encamên referandûmê wiha ne:

Hejmara dengdaran bi giştî: 4 milyon û 581 hezar û 255 dengdar bûn.

Hejmara beşdaran bi giştî: 3 milyon û 305 hezar û 925 dengdar bûn, ku bi rêjeya 72.16 e.

Hejmara dengên “Belê”: 2 milyon û 861 hezar û 471 in, ku dike ji sedî 92.73

Hejmara dengên “Na”: 224 hezar û 468 deng in, ku dike ji sedî 7.27

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Civata Rûhanî ya Êzidî bo PKKê: Ji Şingalê dûr bikevin

Lalish Duhok

Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 17 hezar û 407 kesan

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê kir

Lalish Duhok