شبكة لالش الاعلامية

Çalakvana Kurd Nadya Murad bi Nobelê hat xelatkirin

Çalakvana Kurd Nadya Murad bi Nobelê hat xelatkirin

K24 – Navenda Nûçeyan.

Çalakvana Kurd a Êzdî Nadya Murad, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bibû û pizîşkê qurbaniyên destdirêjiya sêksî li Kongoyê (Denis Mukwege), xelata Nobel ya Aştiyê ji bo sala 2018an bihevbeşî wergirtin.

Nadya Murad, jidayikbûya sala 1993an e, çalakvaneke Êzîdî ye, piştî ku di Tebaxa 2014an de, bajarokê Şingalê ket destê çekdarên DAIŞê, Nadya wek gellek ji keçên din ên êzîdî hat revandin û piştre di roja 14/9/2014an de, Nadya ji destê DAIŞê rizgarbû.

Piştî rizgarbûna wê, ew li gel hejmareke mezin ji serok û serkirdeyên xuyayî yên cîhanê civiya û ji bo Encûmena Ewlehiya Navdewletî hat vexwendin û li wir ji cîhanê re behsa rewşa Êzdiyan û tawanên DAIŞê kir, di 5ê Çileya 2016an, Hikûmeta Iraqê Nadya ji bo Xelata Nobel di warê aştiyê de berbijar kir.

Îro bi amadebûna 330 berbijarên wergirtina xelata Nobel a aştiyê, merasîma dayina wê xelatê li welatê Nerwicê birêve çû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandekî cîhanî: Êzidîyatî tûşy karesateka mezin buye

Lalish Duhok

Honermend Rojîn wê harîkarya rizgarbuyên Êzidî bi ke

Lalish Duhok

Bi fermana serokê hikûmetê 73 milyon dînar bo hatinçûna şagirdên Şingalî hat terxankirin

Lalish Duhok