شبكة لالش الاعلامية

Ji ber Cejna Cemayê hefteyek bo karmendên êzîdî bêhnvedan e

Ji ber Cejna Cemayê hefteyek bo karmendên êzîdî bêhnvedan e

BasNews – Hikûmeta Kurdistanê ragihand, ji ber “Cejna Cemayê” hefteyek bo karmendên êzîdî bêhnvedan e.

Cejna Cemayê, ku dirêjtirîn cejna êzîdiyan e, roja 6 Cotmehê dest pê dike û roja 12 heman mehê xilas dibe.

Berpirsê karûbarên êzîdiyan li nav hikûmetê de, Xeyrî Bozanî ji BasNewsê re got, bi helkefta Cejna Cemayê hefteyek bo karmendên êzîdî yên hikûmetê bêhnvedan e.

Xeyrî Bozanî da zanîn, bêhnvedan roja 6 vê mehê dest pê dike û roja 13 xilas dibe, roja 14 mehê karmendên êzîdî diçin ser karê xwe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li serokê encûmena bilind a Îslamiya Iraqê kir

Lalish Duhok

250 xêzanên aware li Nawçedarya Şarya harîkarî wergrtin

Lalish Duhok

Masuod Barzani : azadkirina Musilê bingeha kûrbûna birayetî û dostayetî û baweriya di navbera her dû aliyan xweştir bike

Lalish Duhok