شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî Cejna Cemayê pîroz kir

Serok Barzanî Cejna Cemaya êzdiyan pîroz kir

Peyama Serok Barzanî:

Bi helkefta hatina Cejna Cemaya êzdiyan pîrozbahiyê li xuşk û birayên êzdiyên Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêviya ewe dixwazim ku xuşk û birayên me yên êzdî hemû cejn û xweşiyên xwe li keşêkî aram û pir bi bexteweriyê de birêbikin û dawî bi wan êş û azaran bê ku li salên derbasbûyî da bi sedema zulma terorîstan kişandibûn.

Li vê boneyê da ji bilî tekez kirina li ser pabendbûna xwe ya bi hemû bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî li Kurdistanê bi pêwîst jî dizanim carekî din piştevaniya xwe ji bo daxwaz û mafên rewaya xuşk û birayên êzdiyan rabigihînim û hêviya jiyanekî aştiyane û bexteweriyê ji bo we dixwazim.

Cejna we pîroz û bimînin bi xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Koçberên Şingalê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir li me xwedî derdikeve

Lalish Duhok

Amer Çelik : Şîxadî …Rastî û nasîn

Lalish Duhok

Hejar Midîr: Êzidî û roja 25 septembra 2017 rêferanduma kurdistanê

Lalish Duhok