شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 860 kes bi koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 860 kes bi koronayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 839 kes bi vîrusa koronayê ketin û 7 nexweş bi koronayê  jiyana xwe ji dest dan û 399 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa koronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 7 hezar û 144 pişkinînên koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 860 pêketiyên nû yên koronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 399 nexweşên koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 5, Duhokê 1 û Silêmaniyê 1bi giştî 10 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 121 hezar û 179 kes tûşî vîrusa koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 109 hezar û 234 kes baş bûne û 3 hezar û 660 tûşbûyên koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Ermenistanê çiqas Kurdên Êzdî hene?

Lalish Duhok

Hikumeta Herêma Kurdistanê lijneyekê bo vekolînê li gorên bi komên Êzidyan pêk bîne

Lalish Duhok

ndekê Desteya Bilinda Bingehê Laliş seredana Desteya vekolînê û komkirina girovan kir

Lalish Duhok