شبكة لالش الاعلامية

Pêwîstiyên navmalê ji bo koçberên kampa Şarya yên ziyan dîtine tên dabîn kirin

Pêwîstiyên navmalê ji bo koçberên kampa Şarya yên ziyan dîtine tên dabîn kirin

BasNews- Piştî çend heftî berî naha ji ber bûyera şewata li kampa Şarya 400 çadirên kurdên êzdî şewitîn û ji aliyê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ve destbi çêkirina xaniyan ji bo wan hate kirin û herwaha pêdiviyên navmalê jî tên dabîn kirin.

Cîgirê rêveberê ofîsa Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî li Duhokê Mihemed Hewar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî şewata çadirên koçberên êzdî di kampa Şarya de, ji aliyê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ve dest bi ava kirina kampê ya bi priketan hate kirin, derveyî xanî jî heman demê de tişt û pêdiviyên navmal jî tên dabîn kirin.’’

Herwaha got: ‘’Hemû pêwîstî û tiştên navmalê wek doşek û beteniye û hwd…Ji bo malbatên ku ziyan dîtine tên dabîn kirin. Herwaha duh ji aliyê konsolxaneya Îmaratê ve jî hin alîkarî geheştin wan malbatan û em jî soz didin heta hemû pêdivî neyên dabîn kirin emê karê xwe her berdewam bikin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PDK: Xwesepandina PKKê ya li Şingalê ti sûdekê nade

Lalish Duhok

li jêr çavdêrya Şêx Şamo 94 xwendekarên serkeftî li ser astê komelgeha xankê hatin xelat kirin

Lalish Duhok

Heşda Şeibî li Şingalê planek nû cîbicî dike

Lalish Duhok