شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Awustralya ya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Awustralya ya li Iraqê kir

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî roja şemî 26ê Hezîranê 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Balyoza Awustralya ya li Iraqê Paula Ganly kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê û rêyên ji bo gihîştina bi aramiya siyasî li Iraqê guftûgo kirin.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Awustralya kir ku li çarçoveya Hêzên Hevpeymanan de li derbaskirina giriftan û herwiha şerê terorê de yarmetiya Iraqê dane. Di dirêjahiya vê civînê de ronahî xistin li ser metirsiyên serhildana terorê û tekezî li wê yekê kirin ku pêwîst e ew sedemên bûne hokarên serhildana DAIŞê, nemînin û ji bo rûbirûbûna terorê jî hewleke navdewletî û fireh rehend û hemû aliyane pêwîst e.

Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her du alî hêvî xwestin hilbijartinên paşerojê ya Iraqê aramî û geşbûnê ji bo Iraqê pêk bîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekitiya Cîhana Misilmanan kir

Lalish Duhok

Çar pertûk hatin îmzakirin.

Lalish Duhok

Barzanî li Davosê: Dest ji serxwebûnê bernadin

Lalish Duhok