شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Tirkiyê li Iraqê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Tirkiyê li Iraqê kir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Alî Riza Guney kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li balyozê nû yê Tirkiyê li Bexdayê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Tirkiyê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re.

Balyozê Tirkiyê daxwaz û amadehiya temam a welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan di hemû waran de, bi taybetî geşepêdana guhartina bazirganî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parêzgarê Duhokê bi nûnertiya Mesrûr Barzanî serdana xizmên qurbanîyên kempa Qadya kir

Lalish Duhok

Nadya Murad xelata Vaclav Havel wergirt

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Baedrê harîkarî bi ser hemû xwandingehên nawçeya Baedrê û Baxçê zarokan parvekirin

Lalish Duhok