شبكة لالش الاعلامية

Endamekî komîsyona darayî: Di demek nêzîk de Bexda dê 200 milyar dînarê din bide Kurdistanê

Endamekî komîsyona darayî: Di demek nêzîk de Bexda dê 200 milyar dînarê din bide Kurdistanê

BasNews – Endamekî komîsyona darayî li parlementoya Iraqê ragihand, di demek nêzîk de hikûmeta Iraqê dê 200 milyar dînarê din jî bide Herêma Kurdistanê.

Parlementerê kurd û endamê komîsyona darayî li parlementoya Iraqê, Şêrwan Mîrza ji kanala K24 re gotiye, li gorî rêkeftina navbera hikûmetên Kurdistan û Iraqê, hikûmeta Iraqê dê di demek nêzîk de 200 milyar dînarê din jî bişîne Kurdistanê.

Şêrwan Mîrza her wiha gotiye, di çarçoveya wê rêkeftinê de divê hûrbînî li ser dahata Herêma Kurdistanê xilas bibe da ku hikûmeta Iraqê her meh 200 milyar dînar bide Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Iraqê meha borî 200 milyar dînar dabû Herêma Kurdistanê, ji ber wê jî lêbirîna mûçeyê karmendan nema.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mersûr Barzanî jî gotibû, eger Bexda sozên xwe bicîh bîne û her meh 200 milyar dînar bide Herêma Kurdistanê, êdî mûçe dê bê lêbirîn were dayîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêveberê Kampa Şariya ji kar hat dûrxistin

Lalish Duhok

Sêrwan Barzanî 30 saliya damezrandina Bingehê Laliş pîroz di ke

Lalish Duhok

Rêvebera Rêxistina Sara: Zewicandina zarokên keç li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye

Lalish Duhok