شبكة لالش الاعلامية

Wekîlê mîrê êzîdiyan: Komên çekdar nahêlin Şingal avedan bibe

Wekîlê mîrê êzîdiyan: Komên çekdar nahêlin Şingal avedan bibe

BasNews – Wekîlekî mîrê êzîdiyan dibêje, komên çekdar û milîsan nahêlin Şingal avedan û aram be.

Wekîlê mîrê êzîdiyan bo pêwendiyan, Cehwer Elî Beg bi helkefta heftemîn salvegera cînosayda kurdên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve ji BasNewsê re axivî û got, cînosayda Şingalê birîneka heta hetayî ye û nahê jibîrkirin. Ew cînosayd dê mîna deqeka reş li ser eniya terorêstên DAIŞê bimîne.

Cehwer Elî Beg her wiha got, em daxwaz dikin tevahiya terorîstên DAIŞê yên ku destê wan di cînosayda Şingalê de heye, bên dadgehîkirin û sizadan. Mixabin heta niha dosyeya Şingalê hatiye piştguhxistin û qedera xelkê me ne diyar e. Ev 7 sal derbas bû hîn jî xelkê me nekariye vegere ser cih û warê xwe. Divê hikûmetên Kurdistan û Iraqê kar bikin rewşa Şingalê normal bibe û rêkeftina Şingalê bicîh were.

Wî berpirsê êzîdî anî ziman jî, helbet komên çekdar û milîsên ne qanûnî pêşiya wê yekê digirin û nahêlin Şingal avedan bibe û xelk vegere ser cih û warê xwe. Heta niha gelek gorrên komî nehatine vekirin. Em daxwaz dikin ew gorr bên vekirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

ÇIMA KURDÊN MISILMAN JI NÛ VE NIKARIN BIBIN ÊZIDÎ?

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya birayê wî Baba Şêxê Êzidiyan sersaxî xwest

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî Cejna Çileya Havînê li Êzdiyan pîroz kir

Lalish Duhok