شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî 45.mîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê pîroz kir

Serok Barzanî 45.mîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê pîroz kir

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye:

Birayê birêz Kak Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê

Silaveke germ

Bi helkefta çil û pêncehemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û serkirdayetî û kadir û endam û alîgirên we dikim û ji bo we hêviya serkeftinê dixwazim.

Cenabê we û Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê ciheke xwe yê taybet li nav tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê ya li qonaxên cûr bi cûr da hebûye û hêvîdarim ev helkeft bibê cihê pêşveçûna zêdetirê karubarên partiya we ya têkoşer û her wiha bihêzkirina peywendiya di navbera hemû partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê.

Bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Şeş Kurdên Êzidî li daristaneke rojhilatê bakurê Yûnanistanê asê mane

Lalish Duhok

Li kampên Duhokê rewşa darayî ya koçberên Kurdên Êzidî xirab e

Lalish Duhok