Li Başûrê Kurdistanê sala nû ya xwendinê destpê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Îro li tevahiya dibistanên Herêma Kurdistanê û beşek ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, sala nû ya xwendinê ya 2021-2021 dest pê kir û xwendekar çûne dibistanan.
Li navçeya Xaneqînê ya Başûrê Kurdistanê jî ku niha li derveyî îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, deriyên dibistanan hatin vekirin, lê belê li Kerkûkê sala nû ya xwendinê dest pê nekir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Sedî li dibistanekê li navçeya Şeqalwe ya ser bi Hewlêrê ve beşdarî di merasîma destpêkirina sala nû ya xwendinê de kirin.
Mesrûr Barzanî li gel du zarokên mamosteyekî ku par di merasima vekirina dibistanan de jiyana xwe ji dest dabû, zengilê sala nû ya xwendinê li Başûrê Kurdistanê lê da û sala nû ya xwendinê li herêmê bi fermî dest pê kir.
Par li Şeqlwe mamosteyek di merasima destpêkirina sala xwendinê de û di demekê de ku mijûlî bilindkirina Ala Kurdistanê bû ji ber kontakta elektrîkê jiyana xwe ji dest dabû û piştre serok Barzanî ew weke şehîdê ala bi nav kiribû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasimê de ragihand, wan kariye 13 hezar xwendekaran vegerînin ser xwendinê û hejmarek dibistan jî hatine nûjenkirin û avakirin.
Mesrûr Barzanî got, wan merc daniye di avakirina her komelgeheke nû ya niştecîbûnê de, dibistan jî bihên çêkirin. Mesrûr Barzanî got, “Perwerde pêşeroja welatê me diyar dike. Em li ser wê yekê dixebitin ku şagirtên me bi awayê herî baş perwerde bibin, da ku em bibin xwedan nivşek silamet, welatparêz û jîngehparêz.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha ji ber destpêkirina xwendina rûbirû li dibistanên herêmê, daxwaz ji mamosteyan kir, ku vaksîna dijî Covid-19 werbigirin. Mesrûr Barzanî got, “Ez ji mamosteyên meyên hêja daxwaz dikim ku ji bo ewlehiya xwe û ewlehiya zarokên me derzîlêdanê bikin.”
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê serê vê mehê hefteyek ji 7ê Îlonê ve heta 15ê Îlonê ji bo derzîlêdana mamosteyan ji bo sala nû ya xwendinê diyar kir.
Di merasima destpêkirina sala nû ya xwendinê de, Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Alan Heme Seîd jî ragihand, siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku mamoste parastî bin û ji bo vê yekê jî vaksîn ji bo wan hatiye dabînkirin û çend navendên tendirustî yên taybet bo wan hatine terxankirin.
Alan Heme Seîd diyar kir, koronayê astengî li pêşya perwerdeyê li hemû cîhanê çêkirine, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya proseya xwendinê karên baş kirine.
Li Herêma Kurdistanê biryar hatiye dayîn ku hemû mamoste û xwendekar maskan bi kar bînin. Herwiha li gor daneyê fermî yên wezaretê, heta niha %35ê mamosteyan vaksîna Covid-19 wergirtine, Wezîrê Perwerdeyê daxwaz ji mamostayên mayî jî kir ku vaksînê werbigrin.
Îsal milyonek û 815 hezar xwendekar û 162 hezar mamosta li Herêma Kurdistanê hene.
Li Xaneqînê kêşeya kêmiya avahiyên dibistanan heye
Li Xaneqînê ku îro xwendinê destpê kir, mamostayên xwendina Kurdî kêşeya kêmiya avahiyên dibistan û pêwîstiyên xwendinê hene.
Nêzîkî 5 hezar xwendekar li Xaneqînê ketine ber xwendina Kurdî, lê ew hejmar her sal kêmtir dibe.
Yek ji mamosteyên Kurdî li Xaneqînê ji Rûdawê re got, wan kêşeya nebûna pêwîstiyan heye ku çend sal e ew kêşe nayê çareserkirin. Ew li 31 qutabxaneyan waneyan dibêjin, lê weke mêvan li wna dinerin.
Berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, li Xaneqînê hemû xwendekaran bi Kurdî dixwend, lê niha hejmara wan kêm bûye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî