شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê û Cihnişînê Abu Dabî civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Cihnişînê Abu Dabî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê li Londonê li gel Cihnişînê Abu Dabî civiya û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên li gel Îmaratê hatin gotûbêjkirin.

Cihnişînê Abu Dabî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêza Çekdar a Îmaratê Mihemmed Bin Zayid di dawî roja serdana wî de li Londonê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de derbarê “rewşa siyasî, hilbijartin û pêşhatên bo dahatûya Iraqê de” gotûbêj hatin kirin.

Li gor daxuyaniyê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên li gel Îmaratê, rewşa siyasî, hilbijartin û pêşhatên bo dahatûya Iraqê, serdana herdu aliyan bo Londonê, civîn û giftoyên li gel Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, dawîn pêşhat û geşedanên li navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş bi taybet, hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, di civînê de herdu aliyan, tekezî li ser qayîmkirina dostanî û peywendiya di hemû waran de kir û li ser girîngiya pêşxistina hewl, alîkarî û karê hevbeş ji bo parastina seqamgirî û çareserkirina pirsgirêkan û aloziyên li navçeyê, hevnêrîn bûn û li ser vê mijarê danûstandina bîr û ra kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hejmara qurbaniyên lehiyê li Almanya û Belcîkayê gihîşte 90 kesan

Lalish Duhok

Japonê yekemîn konsulê xwe yê li Kurdistanê diyar kir

Lalish Duhok

Mîr Hazim Mîrê Êzidyan bo Dengê Laliş: Dê seredana Bexda ke‌n

Lalish Duhok