شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 1401 kesên din bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 1401 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1401 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1401 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 342 kes li Hewlêrê, 598 kes li Silêmaniyê, 372 kes li Duhokê, 41 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1290 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 340 kes li Hewlêrê, 490 kes li Silêmaniyê, 379 kes li Duhokê, 33 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 329519

Mirin: 5838

Başbûn: 295472

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Derya Spî bûye “Goristana Penaberan”

Lalish Duhok

Şandekî bingehê laliş seredana Parta Nishtymanî ya Aşurî li Duhokê kir

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok