شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Îranê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Îranê li Iraqê kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî îro 21/12/2021ê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, encamên hilbijartinê û pêngavê jihevnêzîkkirina aliyên Iraqî hatin guftûgokirin.

Her di wê civînê de, tekezî li cibicîkirina perenîpên hevbeşî, sazan, û hevsengiyê di hikumraniya Iraqê de hate kirin, ew jî ji bo bidestanîna aramî û rastrêbûna proseya siyasî ya Iraqê.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û pêşvebirina pêwendiyên di warê aborî, bazirganî û kulturî, mijarên din ln civînê bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hevpeymaniya Malikî: Bila Barzanî ji referandom û serxwebûn poşman bibe!

Lalish Duhok

PKK bi berdewamî zarokan çekdar dike û dişîne Qendîl û Şingalê

Lalish Duhok

Angelina Jolie û Nadya Mûrad serdana Şingalê kirin

Lalish Duhok