شبكة لالش الاعلامية

Şingal; Kadroyekî PDKê li Sinûnê hat kuştin

Şingal; Kadroyekî PDKê li Sinûnê hat kuştin

Duhok (Rûdaw) – Piştî windabûnê bi çend demjimêran, îro Înê termê kadroyekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Komelgeha Xansorê ya ser bi qezaya Şingalê hat dîtin. Berpirsekî Şaxa PDKê ya li Şingalê jî dibêje, em hêj naxwazin ti kesî tohmetbar bikin, lê kadroyê PKKê li vê navçeyê ji aliyê PKKê û Heşda Şeibî ve gef lê hatibû xwarin.

Îro Înê 7ê Çileya 2022an, Kargêrê Şaxa 17 a PDKê li Şingalê Qasim Reşo ji Rûdawê re ragihand, “Demjimêr 08:00 îro danê sibehê termê Ehmed Hisên Hemed Xelîl ê ji dayikbûyê sala 1979 ku kadroyekî Navçeya Xanesor a Partiya Demokrata Kurdistanê bû, di navbera hedu komelgehên Dugirêû Dehola li nêzîk nahyeya Sinûnê hat dîtin û şûna gule di serê wî de xuya ye.”

Qasim Reşo got, ew kadroyê PDKê êvarê li gel xizmejî xwe çûne Komelgeha Gir Uzêr, piştî ku telefonek jê re diçe daxwaz ji kurmamekî xwe dike ku otomobîla xwe bide wî û jê re dibêje, ew dê bo karekî biçe û vegere. Herwiha jê re gotiye, ku karê wî dê nîv demjimêrekî bajo, lê venagere û mobayla wî jî tê girtin.

Qasir Reşo diyar kir, “îro termê Ehmed Hisên hat dîtin ku asewarê îşkenceyê li ser laşê wî xuya ye.”

Wî berpirsê PDKê destnîşan kir, “Em hêj ti kesî tohmetbar nakin, lê xuya ye ku kadroyê PDKê li vê navçeyê ji aliyê PKKê û Heşda Şeibî ve gef lê hatibû xwarin.”

Heta niha aliyên emnî yên navçeyê, ku di destê Heşda Şeibî, artêşa Iraqê û PKKê de ye, derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Zaxoyê ji ber teqîna guleyê Doçkayê 2 zarok birîndar bûn

Lalish Duhok

Zaroka ku Kazimî soz dabû wê: Ez çaverêyî bavê xwe dikim

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: Rêsan Hesen stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi yada wexera rewşenbîr û nivêskar Rêsan Hesen Cindî li bîrdîne. Em bi xemeka mezin û şanazîyeka mezinve yada wexera xwedê jê razî Rêsan Hesen Cindî li bîrdînin. Xwedê jê razî Rêsan Hesen, stûneka bihêz a rewşenbîrya kurdî bû û rolekî mezin hebû dinav civaka êzdîyan da, û berhemên ji hejî ji şun xweve hêlan ku xudan behayekî meznin dinav pertûkxaneya kurdîda. Em bi meznî li bîrdînîn û cihê wî behşta berîn be. Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/ Duhok 30î mijdara 2023

Lalish Duhok