شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Spasiya wan aliyan dikim ku li ser sozên xwe man

Serok Barzanî: Spasiya wan aliyan dikim ku li ser sozên xwe man

Hewlêr (Rûdaw) Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Serokê Parlamentoya Iraqê û herdu cîgirên wî kir û ragihand, “ev pêngav destpêkekî pir baş e bo rastkirina proseya siyasî û bingehek e jî ji bo damezrandina paşerojeke geş û seqamgîr û xurttirkirina demokrasî û hevbeşiyê di Iraqê de.”

Serok Mesûd Barzanî dibêje, “Hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê û herdu cîgirên wî pêngavekî giring bû di proseya siyasî ya Iraqê de, bi vê boneyê jî pîrozbahiyê li birêzan Mihemed Helbûsî Serokê Parlamentoyê û Hakim Zamilî û Şaxewan Ebdullah dikim.

Pîrozbahiyê li hemû endamên parlamentoyê û dengderan û hemwelatiyan dikim. Ev pêngav destpêkekî pir baş e bo rastkirina proseya siyasî û bingehek e jî ji bo damezrandina paşerojeke geş û seqamgîr û xurttirkirina demokrasî û hevbeşiyê di Iraqê de.”

Di berdewamiya peyama xwe de, Serok Barzanî spasiya wan aliyên siyasî dike ku “pabendî sozên xwe bûn û bûne sedema serkeftina proseyê” û dibêje, “tekez ev pêngava îro ya Parlamentoya Iraqê dibe derfetek ji bo bidestxistina yekrêzî û vekirina rûpeleke nû û derbasbûna astengiyan û jihevtênegihîştinan.”

Serok Barzanî destnîşan dike, “proseya hilbijartina desteya serokatiya parlamentoya Iraqê, dibe deriyek ji bo çêbûna baweriyê di navbera pêkhateyan û bihêzbûna dewleta dezgehî.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî:Armanca referandomê serxwebûna Kurdistanê ye

Lalish Duhok

Peyama behîdaryê ji bingehê laliş bi helkefta malavay kirina mîr Kamiran Xêrî beg

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê kir

Lalish Duhok