شبكة لالش الاعلامية

ŞINGAL – Di êrişa Tirkiyê de berpirsekî YBŞê jiyana xwe ji dest da

ŞINGAL – Di êrişa Tirkiyê de berpirsekî YBŞê jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) Tirkiyê êrişî navçeya Şingalê kir û li gor medyaya fermî ya wî welatî di encama êrişê de berpirsekî mezin ê Yekînetên Berxwedana Şingalê (YBŞ) jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê îro ragihand, ku Saziya Istixbarata Netewî ya wî welatî (MÎT) êrişek li Şingalê pêk aniye û di êrişê de berpirsekî YBŞê yê bi navê Silêman Şemo Yusuf bi navê kod “Azad” jiyana xwe ji dest daye.

Hatiye ragihandin, ku Silêman Şemo Yusuf Berpirsê Hêzên Taybet ên YBŞê li Şingalê bûye.

Li gor vê çavkaniyê, di êrişê de otomobîla berpirsê YBŞê Silêman Şemo Yusuf li herêma Bab Şilo hatiye armanckirin û di encamê de wî berpirsê YBŞê jiyana xwe ji dest daye. 

Sala 2021an di êrişeke din a Tirkiyê de, Fermandarê Giştî yê YBŞê Hesen Seîd Hesen bi navê kod “Seyîd” jiyana xwe ji dest dabû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konferansa Êzdiyatî berbi ku- pêșeroja Êzdiyan

Lalish Duhok

Piştgiriya ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet ên li Şengalê

Lalish Duhok

Jineke Êzdî 13 sal ji kesê bi herî temen ê cîhanê mezintir e

Lalish Duhok