شبكة لالش الاعلامية

Desteya mafên mirov ya Kurdistanê: Bila PKK dest ji karên xwe yên dijmirovî berde

Desteya mafên mirov ya Kurdistanê: Bila PKK dest ji karên xwe yên dijmirovî berde

BasNews – Desteya mafên mirov ya Kurdistanê kuştina sivîlan ji aliyê PKKê ve bi tundî şermezar kir û daxwaz jê kir wan kiryarên xwe yên dijmirovî bide sekinandin.

Desteya mafên mirov ya Kurdistanê li ser êrişa duhî ya PKKê li dijî gundekî devera Amêdiyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di êrişa PKKê de du zarok şehîd bûn û yek jî birîndar bû. Ew bi tundî wê êrişa li ser xelkê sivîl şermezar û riswa dikin.

Desteya mafên mirov her wiha bang li PKKê kiriye, dest ji wan karên dijmirovî berde û rêzê li serweriya Kurdistanê bigire û êdî xaka Herêma Kurdistanê bo armancên xwe yên xirab bikar nehîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata hunermend Selam Koyî

Lalish Duhok

Rapora Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbarê alîkariyên ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Lalish Duhok

Rûs naxwazin herin Tirkiyê

Lalish Duhok