شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî û Konsulê Fransayê rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Serok Barzanî û Konsulê Fransayê rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Hezîranê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Olivier Decottignies kir.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û pêwendiya telefonî ya meha borî ya di navbera Serok Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron de hatin guftûgokirin.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û sînaryo û egerên di nava proseyên siyasî yên Iraqê di qonaxên bê de hatin guftûgokirin.

Pêşhatên siyasî û ewlekarî yên Sûriyê û paşeroja gelê Kurd li Sûriyê, mijarên din ên civînê bûn.

Civîna Serok Barzanî û Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi wêne..Serokê Herêma Kurdistanê giheşte Brukselê

Lalish Duhok

Berpirsekî devera Şingalê: PKKê li Şingalê dest bi çêkirina binkeyên nû kiriye

Lalish Duhok

Abdullah Masîkî: Zarok Bi Giştî û yên Şengalê Taybetî Ne Şad In

Lalish Duhok