شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 14ê Îlonê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsya yê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rubîn kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Rûsyayê daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Herwiha Rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, mijareke din a gotûbêjê bû.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîrê perwerdê: Hizir di paşxistina sala xwendinê da dikin

Lalish Duhok

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bîrên avê li çiyayê Şingalê dikole

Lalish Duhok

Zarokekî Kurdê Êzidî hate rizgarkirin

Lalish Duhok