شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzdî peyamek belav kir

Serok Barzanî bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzdî peyamek belav kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de tekez kir, divê tevaya aliyan kar ji bo xurtkirina ferheng û kultûra pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê de bikin.

Peyama Serok Barzanî ji bo Cejna Cemayê wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta Cejna Cemayê, pîrozbahiyên germ arasteyê Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx û Civata Rûhanî û hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim.

Ez hêvîdar im, ev cejn bibe sedema xweşî û aramî ya xwişk û birayên Êzidî û bişên hemû salekê cejn û xweşiyên xwe bi aştî û asûdeyî saz bikin.

Her bi vê helkeftê, em dakokiyê dikin ku pêdivî ye hemû alî kar ji bo bihêzkirina ferheng û kultûra pêkvejiyanê û biratî û yekrêziyê di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê bikin û biparêzin.

Mesûd Barzanî

6ê Cotmeha 2022yan

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Pêwîste dawî bi vê rewşa neasayî ya li Şingalê bê anîn

Lalish Duhok

Bingehê laliş pêncî zarok li kempa şarya xelatkirin

Lalish Duhok

 15 zarokên Kurdên Êzidî bo Başûrê Kurdistanê tên şandin

Lalish Duhok