شبكة لالش الاعلامية

Kêmbûna asta ava Bendava Mûsilê goristaneke dîrokî ya Kurdên Êzidî derxiste holê

Kêmbûna asta ava Bendava Mûsilê goristaneke dîrokî ya Kurdên Êzidî derxiste holê

 Piştî 38 salan, ji ber kêmbûna asta ava Bendava Mûsilê, goristana gundê Xankê yê kevn a ser bi bajarokê Xankê derketine holê.

Şêx Xelat Xidir di 11 saliya xwe de xizmetkarê goristanê bûye, nav li ser goran dinivîsandiye. Niha jî piştî derketina goristanê ji ber kêmbûna asta ava Bendava Duhokê dîsa hatiye û bi boyaxê navan li ser goran dinivîse.

Şêx Xelat Xidir li ser goristanê ko bo Rûdawê got, “Bav û kalên me ev kara dikirin û em jî wisa dikin. Em bi meşê ji Xankê dihatin, her çend rê ji sedî sed ewle jî nebû lê em ji ber ku erka me bû ku em êvarên Çarşeman dihatin û li goristanê çirayên xwe vêdixistin.”

Tevî ku 38 sal in goristan di bin avê de mabû jî piştî derketina wê dîsa kesên ku mirovên wan di goristanê de hatin veşartin, diçin serdana goristanê.

Bendava Mûsilê di sala 1984an de li ser Çemê Dîcleyê hate çêkirin û şiyana wê ya 11 milyar metresêca hilgirtina av heye. Salekê piştî lêkirina bendavê gundê Xankê di bin avê de ma.

Kêmbûna baranê di çar salên borî de, tevî bernedana avê ji aliyê Tirkiyê ve û her wiha girêdayîbûna parêzgehên naverast û başûrê Iraqê bi bendavê ve, sedema sereke ya kêmbûna asta avê ye.

Kêmbûna asta avê dibistana kevn a gundê Xankê jî derxistiye holê. Cemîl Incûl ê yek ji xwendekarên wê dibistanê bûye got, “Hesteke xweş û bîranîneke baş e ku meriv bi bîr tîne. Min, li vir ji pola yekê heta pola pêncan xwend. Min paşê pola şeşan li dibistana gundê nû ku piştî vê dibistanê hatibû vekirin, qedand.”

Bendava Mûsilê li ser rûbera derdora 380 kîlometre çargoşe ye û gundên Girhol, Bilorsat, Girepor û bi dehan gundên din ên wê herêmê di bin avê de mane.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Papa û mîr tehsîn beg rewşa Êzidîyan û Mesîhîyan behs kirin

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok

Li Iraqê 60 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok