شبكة لالش الاعلامية

Li Mereşê 54 dibistan dest bi perwerdê dikin

Li Mereşê 54 dibistan dest bi perwerdê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Elbîstanê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê roja Duşemê 54 dibistan tên vekirina û perwerdeya li navçeyê destpê dike.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê ku navend parêzgeha Mereşê bi biryara Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê perwerde hatibû rawestandin.
Rêveberê Perwerdê yê navçeya Elbîstanê Fatih Çetin ragihand ku roja Duşemê 24ê Nîsana 2023an li 54 dibistanan perwerde dest pê dike.

Çetin dibêje: “Beriya niha li navçeya 25 dibistan hatibûn vekirin û ji 24ê Nîsanê û pê ve jî dê 54 dibistanên din bên vekirin û bi giştî perwerdeya li 79 dibistanan dê berdewam be. Herwiha li navçeya me 4 dibistan girtî dimîn lê hêvîdarim piştî hefteyeke din dê ew jî bên vekirin.”
Beriya niha jî li çend parêzgeha û navçeyên herêma erdhejê dibistan vekiribûn û perwerdeya wan berdewam e.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heyder Şeşo: Grûpên Heşda Şeibî û PKKê li nav Şingalê ne

Lalish Duhok

Li kampa Khankê tîmek tenduristiyê ya dilxwaz pêk tê

Lalish Duhok

Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Perestgeha pîroza Lalişê kir

Lalish Duhok