شبكة لالش الاعلامية

Welatiyên li Şingalê li dijî vegera 25 malbatên Ereb xwepêşandan encam dan

Welatiyên li Şingalê li dijî vegera 25 malbatên Ereb xwepêşandan encam dan

Hewlêr (K24) – Welatiyên li Şingalê li dijî vegera 25 malbatên Ereb bo navçeya Şingalê, xwepêşandan kirin.

Piştî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Rêxistina Koçê ya Navdewletî ji bo vegerandina 25 malbatên Ereb bo sînorê navçeya Şingalê, bi dehan welatiyên li Şingalê li dijî vê pêngavê daketin cadeyan.

Di demekê de ku hêzeke ewlehiyê ya Iraqî yaweriya wan 25 malbatan dikir, xwepêşanderan ji aliyên pêwendîdar daxwaz kirin ku ev biryar were betalkirin, ji ber ku li gor gotina wan, piraniya wan malbatan ew in ku di dema êrîşa DAIŞê bo ser devera wan de, alîkariya çekdarên wê rêxistinê kirine.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî biryar da ku alîkariya darayî bê dayîn ji bo xwendekarên zanîngeh û peymangehan

Lalish Duhok

Şingal – Li gundê Gir Izêr xaniyek teqiya

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî têkildarî bûyera li Kerbalayê: Herêma Kurdistanê bo alîkariyê amade ye

Lalish Duhok