شبكة لالش الاعلامية

Rûfatên 39 Kurdên Êzidî li Mûsilê radestî malbatên wan hatin kirin

Rûfatên 39 Kurdên Êzidî li Mûsilê radestî malbatên wan hatin kirin


Hestiyên 39 qurbaniyên Kurdên Êzdî li Mûsilê radestî kesûkarên wan hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Termên 39 Kurdên Êzidî ku li derdora Şingalê hatibûn dîtin û ev du salbûn li tiba dadî ya Mûsilê dihatin ragirtin, piştî testa DNAyê hatin kirin, di merasîmeke serbazî de radestî malbatên wan hatin kirin û biryar e li Şingalê bên veşartin.

Îro rûfatên 39 qurbaniyên Kurdên Êzdî li Mûsilê radestî kesûkarên wan hatin kirin. Ew kes di sala 2014ê de, dema ku DAIŞê êrîşî Şingalê kir, ji aliyê wê rêxistinê ve hatibûn girtin û piştre jî gulebarankirin.

Beriya niha hestiyên wan qurbaniyan ku di gorên komî de hatibûn dîtin, biribûn Bexdayê û pişkinîna DNAyê ji wan re hat kirin.
Piştî zanîna nasnameyên wan, îro li Mûsilê radestî kesûkarên wan hatin kirin. Heta niha bi pênc karwanan termên Kurdên Êzidî radestî kesûkarên wan hatine kirin, lê  ev cara yekem e ku Tipa Dadî ya Mûsilê rûfatê 39 qurbaniyan radest dike.
Rûfatên 162 qurbaniyên din berî niha di çar qonaxên de li Baxdadê radestî kesûkarên wan hatibû kirin. Weke tê zanîn 95 gorên komî yên Kurdên Êzidî hene ku tenê 43 ji wan hatine vekirin. 

Mirovê yek ji qûrbaniyên ku îro hatine radestîkirin ji Rûdawê re got: “Ev nêzîkî 4 salan bû cenaze li Tipa Dadî ya Mûsilê bûn û em li bendê bûn radestî me bikin. Îro me karî em rûfatan werbigirin û em dixwazin ku termên din ên mane jî bidin me.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek serxweşiyê belav kir

Lalish Duhok

li jêr çavdêrya berêz Şêx Şamo serkeftyî li nawçeya Şêxan hatin xelat kirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Usame Nuceyfî kir

Lalish Duhok