شبكة لالش الاعلامية

Duhok – 50 ton mazî ji bo derveyî Herêma Kurdistanê hatin henarde kirin

Duhok – 50 ton mazî ji bo derveyî Herêma Kurdistanê hatin henarde kirin

BasNews – Rêveberê giştî yê çandiniyê li parêzgeha Duhokê ragehand, di heyama 2 rojên borî de 50 tonên maziyan ji bo derveyî Herêma Kurdistanê hatine şandin.

Rêveberê giştî yê çandiniyê li parêzgeha Duhokê Ehmed Cemîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Herêma Kurdistanê bi berhemê navxweyî hatiye nasîn û di saya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di heyama borî de gelek berhemên navxwe bo derveyî Herêma Kurdistanê hatine henarde kirin û keyfxweşî ve di wan du rojên borî de jî rêjeyekî zêde mazî hatin henarde kirin.

Herwaha got: ‘’Di wan du rojên borî de 50 ton berhemên mazî ji bo Tirkiyê hate henarde kirin.’’ Û diyar kir di rojên pêş de jî rêjeya henarde kirina maziyan ji bo Tirkiyê dê gelek zêdetir bibe.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî Ez gelek nîgeran im

Lalish Duhok

Koçberî: 2006 malbatên ku vegeriyane Şengalê, di çarçoveya alîkariya vegerê de cih girtin

Lalish Duhok

Serokwezîrê Iraqê ji bo ji nû ve avakirina Şengalê û alîkariya ji bo koçberan 5 talîmata lezgîn derxist.

Lalish Duhok