شبكة لالش الاعلامية

Serokê Hikûmetê pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê kir

Serokê Hikûmetê pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Îlonê pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave kir ku bi boneya xatirxwastinê û bi dawî hatina erkên wê serdan kiribû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bilî amajedan bi pêwendiyên dostane yên dûr û dirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de, spasiya Konsula Giştî kir ku di heyama karê xwe de, kar ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê di erkê wê yê paşerojê de jê re xwast.

Konsula Giştî ya Brîtanyayê xweşhaliya xwe ji bo hêsankarî û hemvahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Konsulxaneya welatî xwe nîşan da.

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê rojên cejna Remezanê qedexeya hatûçûnê tune

Lalish Duhok

Keçeke Mêrdînî ji ber TikTokê jiyana xwe ji dest da

Lalish Duhok

UNICEFê kuştina zarokekî li Şingalê di êrîşa Tirkiyê ya li dijî baregeha PKKê şermezar dike

Lalish Duhok