شبكة لالش الاعلامية

Termê 41 kurdên Êzidî li Şingalê hatin veşartin

Termê 41 kurdên Êzidî li Şingalê hatin veşartin

Piştî radestkirina termê 41 şehîdên kurdên Êzidî li qeza Şingalê di merasîmekî de hatin veşartin.

Îro 24.01.2024ê li qeza Şingalê merasîmekî taybet de termê 41 kurdên Êzidî hatin veşartin û beşek ji wan termê wan jinên ku hatibûn revandin bû, ku sala 2014ê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn şehîd kirin û xistibûn gorên komî de.

Roja duşema borî piştî temambûna testên DNA yên wan terman li Bexdayê, bi merasîmekî termên 41 şehîdên kurd ên Êzidî yên xelkê Şingalê radestî malbatên wan hatibûn kirin.

Di merasîma radestkirina terman de Wezîrê Tenduristiya Iraqê ragehand: ‘’Rêveberiya Bijîşkê Dadî berdewame li encamdana testên DNA, ji bo wan termên ji gorên komî hatine derxistin.’’

Sala 2014ê de rêxistina terorîst a DAIŞê tewanê dijmirovî li dijî kurdên Êzidî li Şingalê pêkanî û bi hezaran hemwelatiyên sivîl ên kurd şehîd kirin, ku beşek piraniya wan heta naha çarenivîsa wan nediyare û ji 89 gorên komî yên kurdên Êzidî, heta naha 39 gor hatine vekirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Îro 36.emîn salvegera koça dawî ya Idrîs Barzanî ye

Lalish Duhok

Erdogan daxuyaniyek li ser operasyona Rojavayê Kurdistanê da

Lalish Duhok

Ahingek bo 150 pişkdarbuyên xolên werzê havînê hat li darxistin

Lalish Duhok