شبكة لالش الاعلامية

Hisên Qaîdî: Heta niha 2 hezar û 593 kes ji destê Daişê hatîne rizgarkirin

Hisên Qaîdî: Heta niha 2 hezar û 593 kes ji destê Daişê hatîne rizgarkirin

 Çavkanî: Waar Media

Rêveberê nivêsîngeha karubarên revandîyan li parêzgeha Duhokê ragîhand; heta niha 2 hezar û 593 kes ji destê rêxistina terorîstîya Daişê hatine rizgar kirin û hewlên wan jî bo rizgarkirina kesên mane berdewa min.

Hesên Koro Qaîdî, rêveberê nivêsîngeha karubarên revandîyên destê Daişê got: hijmara welatîyên Êzîdî yên ketine destê Daişê 6 hezar û 383 kes bûn, herwesa aşkere kirjî; 2 hezar û 593 kes ji wan hatine rizgar kirin û zêdetirî 3 hezar û 700 kesan mane û dupat kir; 937 ji wan jinin û 326 zilamin û herwesa li dor hijmara zarokan jî got: 659 ji rizgarbûyan zarokên keçin û 671 jî kurn. Qaîdî derbarê helên rizgar kirinê bo kesên maye jî aşkere kir; ew berdewam bi rêkên xwe li ser hêlê ne bo wê yekê kesên mane di destê Daişê da rizgar bikin.

Derbarê alîkarîyê jî bo rizgar kirinê got: nivêsîngeha Nêçîrvan Barzanî, serok wezîrên herêmê hemû xercîyan girtîye ser xwe û soz dane ku dê berdewam bin heta yek Êzîdî jî mabe û rexneyên dijwar jî li hikûmeta Îraqê girtin ku bi çi şêweyan alîkarîya maddî nake.

Derbarê zaroyên li sînorên terorîstan jî li ser tundrewîê tên meşqdan, ji civaka navdewletî xwest, bi zûtirîn dem karî bo rizgar kirina wan jî bikin û vegerînin jîyana wan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Desteya Bilinda Bingehê Laliş hevkarî gehandine 108 xêzanan

Lalish Duhok

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên Kurd ên Êzidî belav kir

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

Lalish Duhok