شبكة لالش الاعلامية

Barzanî peyamek li ser teqînên Qamişlo belav kir û ferman da dezgehên Kurdistanê

Barzanî peyamek li ser teqînên Qamişlo belav kir û ferman da dezgehên Kurdistanê

 Çavkanî : BasNews

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êrişa bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe ji bo mexdûrên êrişê anî ziman.

Îro danê sibê li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava 2 teqîn çêbûn di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Bi vê helkeftê, Serok Barzanî peyamek belav kir û ew êrişên terorîstî şermezar kir.

Peyama Barzanî wiha ye:

“Ez bi êrişên terorîstî yên ku îro danê sibê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dijî xûşk û birayên me pêk hatin, pir xemgîn û dilteng bûm. Ez bi tundî wan êrişên hovane û terorîstî şermezar dikim û serxoşiyê ji malbatên şehîdên wê bûyerê re dixwazim. Her wiha ji birîndaran re hêviya başbûnê dixwazim.  Divê parêzgeha Duhokê û hemû dezgehên têkildar ên Herêma Kurdistanê, bi hemû îmkanên xwe alîkariya mexdûr û birîndarên wan êrişên terorîstî yên Qamişlo bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” çendîn kar li komelgeha Şêxka hatne encamdan

Lalish Duhok

Serok Barzanî razemendî li ser “kota” êzdya da

Lalish Duhok

Amerîka: Em keyfxweşin ku nûnerê Barzanî di konfransê de amade ye

Lalish Duhok