شبكة لالش الاعلامية

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî: Nadya Murad nimûneya serbilindî û zîrekiya keça kurde

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî: Nadya Murad nimûneya serbilindî û zîrekiya keça kurde

 Çavkanî :BasNews

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ji ber helbijartina Nadya Murad a wek balyozê niyet pakiyê peyamek belav kir.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî di peyama xwe de radigehîne: ‘’Wek çawa di destpêka karesate 03.08.2014ê li ser birayên me yên êzdî de pêkhat, bê qutbûn em di xizmeta wan de bûn, soz didin ku bi hemû hêza xwe ve emê berdewambin li xizmetkirina birayên xwe yên êzdî.’’

Peyam waha ye:

Destnîşan kirina keça kurd Nadya Murad ji aliyê NY(Netewên Yekbûyî)ve wek balyoza niyet pakiyê, em wek Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî pê pir keyfxweş bûn û ji dil em pîrozbahiyê lê dikin û hêvîdarin di erkê xwe de serkeftî be. Ji ber vê jî em radigehînin Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî çawa di destpêka karesate 03.08.2014ê li ser birayên me yên êzdî de pêkhat, bê qutbûn em di xizmeta wan de bûn, soz didin ku bi hemû hêza xwe ve emê berdewambin li xizmetkirina birayên xwe yên êzdî. Herwaha piştevaniya xwe ji bo xanima Nadya Murad aşkera dikin, di hemû piroseyên paşerojê de wek balyozê niyetpakiyê yê NYê wê pêkbîne. Ji ber xanim Nadya Murad li gel bixwe bûye qurbanê destê terorîstên DAIŞê û gelek caran ji aliyê terorîstên DAIŞê ve wek kole danûstandin li gel hatiye kirin û kirîn û firotin, lê dîsa jî bi serbilindî û bi dengekî bilind ve û bi zimanekî herî sade ve, çîrok û xemên xwe yên dil bi êş û qurbaniyên kesûkar û netewa xwe bi cîhanê hemûyê da guhdarkirin.

Ew yek nîşaneya serbilindî û zîrekiya keça kurd nîşan dide. Em hêvîdarin di paşerojê de jî em bikarin li gel yek xem û êşên birayên xwe yên êzdî kêm bikin.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî

18.09.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Masûd Barzanî:Spasî erk û keda mamostayên Kurdistanê dikim û em hemû xwe bi qerzdarê mamostayan dizanîn.

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiye li Baxdayê kir

Lalish Duhok

Du êzîdiyên din ji destê çekdarên DAIŞê hatin rizgarkirin.

Lalish Duhok