شبكة لالش الاعلامية

Mîrê êzîdiyan: Bila NY Şingalê biparêze, baweriya me bi Iraqê nayê

Mîrê êzîdiyan: Bila NY Şingalê biparêze, baweriya me bi Iraqê nayê

Çavkanî :BasNews

Mîrê kurdên êzîdî Mîr Tehsîn Beg bang li NY kir, Şingalê biparêzin. Mîr Tehsîn her wiha daxwaz kir, Şingal bibe parêzgeh û bikeve ser Herêma Kurdistanê.

Mîr Tehsîn Beg, di hevpeyvînekê de digel BBC, behsa komkujî û jenosîdên li dijî kurdên êzîdî her wiha xiyaneta ereban li dijî êzîdiyan, girtin û revandina jinên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve kiriye û bang li NY kiriye, Şingalê û kurdên êzîdî biparêzin.

Mîrê êzîdiyan her wiha gotiye, ji bona ku karesata Şingalê dubare nebe bila NY hêzekê bo parastina Şingalê bişîne. Ji ber ku baweriya me bi hikûmetê nayê.

Mezinê êzîdiyan, behsa alîkariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bo kurdên êzîdî jî kiriye û daxwaz kiriye Şingal bibe parêzgeh û bikeve ser Herêma Kurdistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Piştî 16 salan ji cudabûnê her du partiyên demokrat bûn yek

Lalish Duhok

70 sal bi ser damezrandina Yekîtiya Xwendekar û Lawanên Kurdistanê derbas dibe

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş Dugirê alîkarî bi ser amadeya Şarya ya awaran parvekir.

Lalish Duhok